Bahçelî di warê referandûmê degefê li Kurdistana Iraqê xwar
Serokê Giştî yê MHP Dewlet Bahçelîderheqê referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de bê kirin de gefê li Kurdistana Iraqê xwar.
Weke ku tê zanîn ew ê di 25ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê referandûma serxwebûnê bê kirin. Ji ber vê referandûma serxwebûnê nîqaş berdewam dikim. Serokê Giştî yê MHP Dewlet Bahçelî derheqê referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de gefê li Kurdistana Iraqê xwar.
Bahçeliyê ku bi daxuyaniya ku ji ser twîtterê parve kir de gefê li birêveberiya Kurdistana Iraqê xwar û diyar kir divê bêşert û merc referandûm bê betalkirin. Bahçelî dû re wiha got: “ Ger Kerkuk têkeve bin hakimiyeta pêşmergeyan û ger di sînorên me yên başûr de Kurdistan bê damezrandin ew ê Tirkiye felc bibe. Ewlehiya Kerkukê ewlehiya Enqerê ye. Li gor muktesabata mîllî, erdinagarî û dîrokî çarenûsa Enqere û Kerkukê yek e. Ger Kerkuk ji planên Lordan re bên qurbankirin û ger temamê Turkmenenlî bê tasfiye û telefkirin ew ê agir bi ser Anadoluyê de bibare. Ger pêwîst be em ê agir bikşînin tavê, ji bûzê agir vexin û ger pêwîst be em xwînê ji cephê bibin cepheya din û em ê nehêlin destdirêjî li bekaya me bê kirin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.