Bajarê Laçîn'ê ket bin kontrola Azerbeycan'ê

Bajarê Laçîn'ê ket bin kontrola Azerbeycan'ê

Îlham 'Elîyev'ê Serokkomar'ê Azerbeycan'ê diyarkir ku, Bajarê Laçîn'ê û Gundên Zabux û Sus'ê ket bin kontrola Azerbeycan'ê.

'Elîyev li ser hesaba xwe ya Twîtter'ê vê daxuyaniyê parve kir, "Îro 26'ê Tebax'ê em Azerbeycanîyan, vegerîyan bajarê Laçîn'ê. Artêşa Azerbeycan'ê li bajarê Laçîn'ê hat heşidînandin. Gundên Zabux û Sus'ê hat kontrolkirin. Bi vê rewşê em gelê Laçîn û Azerbeycan'ê pîroz dikin. Herbijî Laçîn! Herbijî Azerbeycan!"

Li bajarê Laçînê Kurd jî dijîn. Sala 1923de li vê herêmê Komara Kurdistana sor hat avakirin. Di sala 1929de ji teref Stalîn ev komar hat tasfîye kirin. Stalîn li dijî Kurda jiber bikîn bu Komara Kurdistana sor ji hev belavkir. Bi 10 hezaran Kurd surgûnê Qazakîstan û devletê nava Asya Navîn kir. 1992de dîsa bi navê Komara Kurdî ya Laçîn hat avakirin. Lê di 'eynê salê de jiber Kurda ji sedema herba nava Ermenîstan û Azerbeycan'ê vê herêmê terk kiribûn û kes zêde nemabûn komar ji hev belavbû.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.