Balafira Anadolujetê li Rusyayê ji pîstê derket

Balafira Anadolujetê li Rusyayê ji pîstê derket

Balafira Anadolujetê ya ku ji Entelyayê bi rê ket û li balafirgeha li bajara Permê xwe daxist xwarê ji pîstê derket.

Balafira Anadolujetê ya bi nimereya TK 3964ê ji Entelyayê diçû bajara Perma Rusyayê di dema daketinê de ji pîstê derket.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Balafirgeha Navneteweyî ya Rusyayê ve hat dayîn di bûyerê de mirovên ku birîndar bûbûn tinene û rêwîyên balafirê jî ji termînala balafirgehê re hatin birin.

Hat dîyarkirin ku balafir 50 metre ji pîstê derket û di nav balafirê de bi tevî zarokan 174 rêwî û 7 mirettebat hebûn.

Di balafirê de xesareke ku bi çavan bê dîtin pêk nehat. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.