Balafirên Esed Serêkaniyê Bombebaran Kirin
Îro balafir û helîkopterên rejîma Sûriyê bajarokê Serêkaniyê bombebarankirin.
Du malbatên kurdan bûn armanc û heta niha 22 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava kesên mirî de serkirdeyekî Partiya Azadî jî heye.
Piştî ku heftiya borî komeke çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê derbasî navçeya Serêkaniyê yê bûn, îro berî nîvro balafir û helîkopterên rejîma Sûriyê bajarokê Serêkaniyê bombebarankirin.
Farûq Hecî diyar kir ku heta niha li Serêkaniyê bi giştî 22 kes di encama bombebarana balafirên rejîma Sûriyê de hatine kuştin, lê nayê zanîn çend ji van kesan kurd in. Hecî got: “Bombebaran heta niha jî dom dike.”
rudaw.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.