Balafirgeha Rihayê ji seferan re ji nû ve hat vekirin
Walîyê Rihayê Hasan Şildak, diyar kir ku di balafira ku dihat gotin tê de bombe heye de xebatên lêgerînê dawî bûn, lê ti tişteke xerab nehat tespîtkirin.
Doh êvarê li Rihayê rewşek bilind çêbû, hat îfadekirin ku di balafira ku sfera Enqere û Rihayê dikir de bombe heye, li ser vê yekê balafir xwe li Rihayê daxist xwarê û bi tevî mirettebata wî hemî rêwî hatin tehlîyekirin.
Li ser tehlîyekirina balafirê di nav balafirê de xebatek lêgerîna bombeyê an jî tiştek ku bibe sedema teqînê hat lêgerînkirin.
Walîyê Rihayê Hasan Şildak, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand ku di encama lêkolînan de tu tiştek xerab nehat tespîtkirin û hemî xebat jî hatin temamkirin, li ser temamkirina xebatan seferên li balafirgeha Rihayê jî hatin vekirin.
Walî Şildak ji hemî welatîyên ku ji bûyerê tesîrdar bûn re daxwazîyên xwe yên derbasbûnî şand. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.