Ban Kî Mûn: Ya Mehkema Adîl Ya Berdan

Ban Kî Mûn: Ya Mehkema Adîl Ya Berdan

Sekreterê giştî yê dewletên yekbûyî Ban Kî Mûn, bangî rejîma terorê Îsraîl kir ku, ya Fîlîstîniyên bê sûcdarî girtî adîlane mehkeme bike yan jî wan berde.

 Sekreterê giştî yê dewletên yekbûyî Ban Kî Mûn, bangî rejîma terorê Îsraîl kir ku, ya Fîlîstîniyên bê sûcdarî girtî adîlane mehkeme bike yan jî wan berde.

Ban Kî Mûn, der heqê rewşa girtiyên Fîlîstîniyan de, ji lîderê el Fetîhê Mehmûd Ebbas û sekreterê yekîtiya Ereb mektûb girt. Ban Kî Mûn bi telefonê ji serekwezîrê Îsraîla terorîst Netanyahû re, endîşeyên xwe anîn ziman. Ban beyan kir ku, gelek Fîlîstînî bê sûcdarî di hepsan de dimînin. Hewce ye van kes li gor standartên navnetewî, ya bên mehkemekirin û yan jî bên berdan.

Ban Kî Mûn wiha xeber da “Ez dixwazim mesela girtiyên Fîlîstînî zû bi zû bê çareserkirin û hemî heqên wanî navnetewî bên dayîn.”

Ji sekreteriya giştî hat beyankirin ku, wê teşkîlata dewletên yekbûyî, meselê ji nêzik ve bişopîne. Hat gotin ku, temsîlkarên dewletên yekbûyî bi rayedarên Fîlîstînê rê têkildar in. Lê belê heta ku li Îsraîl mueyyîde neyên kirin, Îsraîl dev ji kirinên xwe bernade.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.