Banka Cîhanî: Malîyeta zirara binesaziya Xezzeyê 18,5 milyar dolar e

Banka Cîhanî: Malîyeta zirara binesaziya Xezzeyê 18,5 milyar dolar e

Banka Cîhanî zirara binesaziya krîtîk a li Xezzeyê bi 18,5 mîlyar dolarî texmîn dike.

Banka Cîhanî di rapora xwe ya nû de ku îro belav kir, eşkere kir ku êrîşên rejîma îşxalker bo ser Xezzeyê bi qasî 18.5 milyar dolaran zerer gihandiye jêrxana giran a Xezzeyê.

Bankê di nirxandina zirara xwe ya demkî de diyar kir ku ev yek di sala 2022an de ji sedî 97ê hilberîna aborî ya giştî ya Şerîeya Rojava û Xezzeyê ye.

Rapora ku bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropî re hat amadekirin, diyar kir ku zirara avahîsaziyê bandor li "her sektora aboriyê" kiriye, ku ji sedî 70ê lêçûnên texmînkirî ji hilweşandina xaniyan tê.

Bankayê weha got, "Ji bo çend sektoran, rêjeya zirarê xuya dike ku aram bûye ji ber ku çend hebûn saxlem dimînin"

Ji sedî 84ê tesîsên tenduristiyê yên li Xezayê zirar dîtine an jî wêran bûne; Ji çar parên nifûsê ji ber êrîşên îşxalê ji cih û warên xwe bûn û zêdetirî milyonek kes bê mal man.

Li gorî Banka Cîhanî ji sedî 100 zarokên li Xezzeyê ji ber hilweşîna pergala perwerdehiyê nikarin biçin dibistanê, ji sedî 92 rêyên sereke yan wêran bûne yan jî xera bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.