Barana ku barîya cotkaran kêfxweş kir

Barana ku barîya cotkaran kêfxweş kir

Barana ku ev bû heftîyekê li bakur dibare bû wesîle ku cotkar kêfxweş bibin.

Cotkarên ku li Sêrtê karî çandînîyê dikin derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên.

Muxtarê Gundê Pinarcik Weysel Delî derbarê mijarê de wisa got: “Nêzî 3 hezar donim erdê me yê ku di wan de genim, ce û nîsk hatine çandin heye. Îsal dema me çandinîyê kir bi rastî jî em ji ber hişkesalîyê pir tirsîyan. Lewra baran nedihat û rewa nediket. Bi hatina meha Remezanê di adarê de baran barîya ku ji ber vê yekê em kêfxweş in. Em hêvî dikin wisa berdewam bike û di meha gulanê de yek du carên din baran bibare ew ê pir bi bereket be. Ev yek jî me kêfxweş kir. Em hêvî dikin ku paleyî bi bereket be.”

Cotkarekî din ê bi navê Yasîn Delî jî derbarê barîna baranê de wisa got: “ Ez him heywanan xwedî dikim û him karê cotkarîyê jî dikim. Di meha sibatê de baran nebarîya û me pir tirsîyan.Hemd ji Xwedê re ku bi hatina Remezanê têr û tije baran barîya. Ez hêvî dikim ku paleyîya me îsal baş û bi bereket be.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.