Barzanî: Bedela referandûmê çi be em amade ne ku bidin

Barzanî: Bedela referandûmê çi be em amade ne ku bidin

Serokê Birêveberiya Heremî yê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî di daxuyaniya ku derheqê referandûma serxwebûnê belav kir de diyar kir ew ê referandûmê bi paşve nexin û bedela wê çibe ew amade ne ku bidin.

Serokê Birêveberiya Heremî yê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî derheqê referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de bê kirin de daxuyaniyek belav kir. Barzanî di daxuyaniya ku belav kir  de diyar kir ji ber ku tu alternatîf nehatiye danîn li ber wan û ew ê referandûm di 25ê Îlonê bê kirin.

Barzanî li Amediya Dihokê di bernameya referandûmê de axavtinek kir. Barzanî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ew ê tenê xelkê Kurdistanê meşrûtiyetê bi referandûmê bide qezenckirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber wê yekê li ber xwe bidin û guh nedin xeberdana tu kesî! Em diçin referandûmê. Pêwîstiya wê çibe em ê bikin û em amadene  ku di vê oxirê de bedela pêwîst bidin. Dewleta Iraqê bi şirîkayiya ereb û kurdan hat damezradin. Hûn dizanin ji ber vê yekê çi bobelat hatin serê me.”

Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir dewleta Iraqê hêj şirîkatiyê qebûl nake û got: “Madem rayedarên Iraqê şirîkatî hevkariyê qebûl nake, em jî ji wan re xizmetkirinê qebûl nakin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.