Barzanî êrîşên ku li Bexdayê hatin kirin şermezar kir

Barzanî êrîşên ku li Bexdayê hatin kirin şermezar kir

Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de êrîş ku li Bexdayê hat kirin, şermezar kir.

Barzanî ji ber wefata welatîyan xemgînîya xwe anî zimên û ji bo malbata kesên ku canê xwe ji dest dane sersaxî xwest.

Temamê metna Barzanî wisa ye: “Bi navê xwedayê mezin û dilovan.

Bi mixabiniyeke zêde ve roja Pênçşema 21.01.2021 di encama du êrîşên terorîstî yên li bajarê Bexdayê hejmareke zêde ji welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn. Jibilî wê yekê ku ez gelek bi tundî wan tawanên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li malbatên şehîdan û qurbaniyên wan teqînan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Teror dijî jiyan û bextewerî û aramiyê ye û dijminê hevbeş ê me hemû aliyan e û ji bo jinavbirin û nehiştina terorê, hevahengiya berdewam a hemû aliyan pêwîst e. Hêvîdar im bi hewla aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem ewên li pişt van tawanan e bigihin bi sizayên xwe.”

 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.