Barzanî êrîşên li Îranê şermezar kir

Barzanî êrîşên li Îranê şermezar kir

Serokê Kurdistana IraqêMesûd Barzanî êrîşên li Îranê şermezar kir.

Serokê Kurdistana Iraqê  Mesûd Barzanî êrîşên ku li Tahranê li meclîs û Turbeya Îmam Humeynî hatin kirin şermezar kir.

Di peyama ku ji teref Barzanî ve hat weşandin de Barzanî sersaxiyê da naskiriyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane  û xelkê Îranê.

Barzanî di peyama ku weşand de wiha diyar kir: “ Li dijî terorê micadelekirin wezîfe  û erka me tevan e û ji bo vê yekê hewildaneke gelek zêde a welatên divê. Xelkê Kurdistanê yê ku qurbana terorê ye di warê li dijî micadeleya bi terorê de li cepheya pêş cî digre. Ez hêvî dikim bi hevkariya hemû kesî dê koka terorê bê qelandin û dinya ji vê dijminê wehşî xelas bibe.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.