Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî Selaheddîn pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de Mesûd Barzanî pîrozbahiyên xwe yên ji bo destbikarbûna îdareya nû ya Amerîka bi Balyozê wî welatî gihand û hêviya berfirehtirbûna peywendiyên di navbera her du aliyan xwest.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê tekez li ser berdewamî û hemahengiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê û her wiha palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û peywendiyên Hewlêr û Bexda mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler