Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir

Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û şandeke hevbeşa Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Tevgera Mirovî li Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasiyên dawî guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de derbarê karûbarê xêrxwazî û girîngiya rêxistinên mirovî û xêrxwaziyan yên li yarmetîdana civaka Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li pêwîstiya destgirtina bi bihayên bilindên civakê û pêşxistina perwerdeya tendirust û niştimanî kirin.

Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê di hevdîtina ku hat kirin de amade bûn.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.