‘Barzanî rênade PKKê ku Kongreya Netewî li gorî xwe bimeşîne’
Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Kemal Bûrkay diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye ew nahêlin PKK li Hewlêrê kongreyek li gorî dilê xwe saz bike û wiha got: “Ji ber ku Barzanî dixwaze kongreyek netewî li dar bixe.” Bûrkay da za
Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Kemal Bûrkay diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye ew nahêlin PKK li Hewlêrê kongreyek li gorî dilê xwe saz bike û wiha got: “Ji ber ku Barzanî dixwaze kongreyek netewî li dar bixe.” Bûrkay da zanîn, ji ber wê jî HAKPAR dê beşdarî kongreyê bibe.
Serokê HAKPARê Kemal Bûrkay duh (19.10.2013) li paytexta Swêdê Stockhomê di semînerekê de behsa hevdîtina xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya meha borî kir û derheqê Kongreya Netewyî ya Kurd ku biryar e 25ê Mijdara 2013an li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bê lidarxistin, nêrînên xwe anî ziman.
Kemal Bûrkay her wiha eşkere kir ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan û şêwirmendê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan plana amadekirina çar konferansan kiribûn ku yek li Enqerê, yek li Amedê, yek li Brûkselê û ya din jî li Hewlêrê pêkbên û da zanîn, PKKê konferansên li Enqere, Amed û Brukselê çêkirin û ya Hewlêrê ma.
Bûrkay ragihand ku HAKPAR beşdarî konferansên ku PKKê organîze kiribûn, nebû.
Serokê HAKPARê Kemal Bûrkay li ser helwesta Barzanî ya li hember Kongreya Netewî ya Kurd jî axivî û diyar kir ku Barzanî dixwaze li Hewlêrê ”konferanseka neteweyî” amade bike û ji ber hindê HAPARê qebûl kir ku beşdarî konferanseke wisa bibe.
Bûrkay eşkere kir ku li ser hejmara delegeyan û mîsyona kongreya netewî Herêma Kurdistanê û PKK li hev nakin û got, Barzanî di hevdîtina 26ê Îlonê ya digel wî de nerazîbûna xwe ji helwêsta PKKê diyar kir û diyar kir ku heger PKK bixwaze kongreyeke li gor xwe saz bike bila li cihekê dî vê yekê bike.
Kemal Burkay her wiha anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê gotiye, Başûrê Kurdistanê dewletek e û li gor dîrektîv û daxwazên PKKê kar nake û kongreya ku ew dixwazin amade bikin jî ne ew e ya ku Ocalan û PKK behsê dikin.
Di semînerê de Kemal Burkay behsa rewşa siyasî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî kir û got:“ BDP ji bo kurdan tiştekî naxwaze. Ez şûna dewleta tirk bim dê BDPê danim ser serê xwe. Xweseriya demokratîk hîç û pûç e. HAKPAR li hemberî nekurdewariya BDPê bûye alternatîv. BDP xurt e û laşê wê mezin e lê belê serê wê biçûk e. Ocalan li Imraliyê bilind û mezin kirin û birin ber asîmanan. Ocalan çi dixwaze? Hîç. Pirsa kurdan doza miletekî ye. Ocalan berê behsa serxwebûnê dikir û piştî ku çû Imraliyê 180 dereceyan hat guhertin û niha tiştekî naxwaze. Ev ji bo kurdan şerm e.”
Di heqê Rojavayê Kurdistanê û siyaseta PKKê ya midaxeleker de jî Kemal Bûrkay got:“Siyaseta PYDê li rojavayê Kurdistanê şaş e û ji bo rojava xetereka mezin e. Çênedibû kU PYD bi hêzên xwe yên çekdar rojavayê Kurdistanê bêxe bin kontrola xwe û digel rêjîma Esed hevkariyê bike. Heqê PKKê nîne kU xwe tevlî karên parçeyên dî yên Kurdistanê bike û li rojhilat, rojava û başûrê Kurdistanê partiyên wekî PYD, PÇDK û PJAKê ava bike.”
Kemal Burkay got ew wekî HAKPAR dê beşdarî hilbijartinên bên yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibin û diyar kir, her roj HAKPAR xurttir dibe û li cihên wekî Batmanê xelk bi xwe têkiliyê bi HAKPARê re datînin û dixwazin şaxên wê li bajarên xwe vekin. - See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/201020135#sthash.1Q1iHR4K.dpuf
Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Kemal Bûrkay diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye ew nahêlin PKK li Hewlêrê kongreyek li gorî dilê xwe saz bike û wiha got: “Ji ber ku Barzanî dixwaze kongreyek netewî li dar bixe.” Bûrkay da zanîn, ji ber wê jî HAKPAR dê beşdarî kongreyê bibe.
Serokê HAKPARê Kemal Bûrkay duh (19.10.2013) li paytexta Swêdê Stockhomê di semînerekê de behsa hevdîtina xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya meha borî kir û derheqê Kongreya Netewyî ya Kurd ku biryar e 25ê Mijdara 2013an li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bê lidarxistin, nêrînên xwe anî ziman.
Kemal Bûrkay her wiha eşkere kir ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan û şêwirmendê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan plana amadekirina çar konferansan kiribûn ku yek li Enqerê, yek li Amedê, yek li Brûkselê û ya din jî li Hewlêrê pêkbên û da zanîn, PKKê konferansên li Enqere, Amed û Brukselê çêkirin û ya Hewlêrê ma.
Bûrkay ragihand ku HAKPAR beşdarî konferansên ku PKKê organîze kiribûn, nebû.
Serokê HAKPARê Kemal Bûrkay li ser helwesta Barzanî ya li hember Kongreya Netewî ya Kurd jî axivî û diyar kir ku Barzanî dixwaze li Hewlêrê ”konferanseka neteweyî” amade bike û ji ber hindê HAPARê qebûl kir ku beşdarî konferanseke wisa bibe.
Bûrkay eşkere kir ku li ser hejmara delegeyan û mîsyona kongreya netewî Herêma Kurdistanê û PKK li hev nakin û got, Barzanî di hevdîtina 26ê Îlonê ya digel wî de nerazîbûna xwe ji helwêsta PKKê diyar kir û diyar kir ku heger PKK bixwaze kongreyeke li gor xwe saz bike bila li cihekê dî vê yekê bike.
Kemal Burkay her wiha anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê gotiye, Başûrê Kurdistanê dewletek e û li gor dîrektîv û daxwazên PKKê kar nake û kongreya ku ew dixwazin amade bikin jî ne ew e ya ku Ocalan û PKK behsê dikin.
Di semînerê de Kemal Burkay behsa rewşa siyasî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî kir û got:“ BDP ji bo kurdan tiştekî naxwaze. Ez şûna dewleta tirk bim dê BDPê danim ser serê xwe. Xweseriya demokratîk hîç û pûç e. HAKPAR li hemberî nekurdewariya BDPê bûye alternatîv. BDP xurt e û laşê wê mezin e lê belê serê wê biçûk e. Ocalan li Imraliyê bilind û mezin kirin û birin ber asîmanan. Ocalan çi dixwaze? Hîç. Pirsa kurdan doza miletekî ye. Ocalan berê behsa serxwebûnê dikir û piştî ku çû Imraliyê 180 dereceyan hat guhertin û niha tiştekî naxwaze. Ev ji bo kurdan şerm e.”
Di heqê Rojavayê Kurdistanê û siyaseta PKKê ya midaxeleker de jî Kemal Bûrkay got:“Siyaseta PYDê li rojavayê Kurdistanê şaş e û ji bo rojava xetereka mezin e. Çênedibû kU PYD bi hêzên xwe yên çekdar rojavayê Kurdistanê bêxe bin kontrola xwe û digel rêjîma Esed hevkariyê bike. Heqê PKKê nîne kU xwe tevlî karên parçeyên dî yên Kurdistanê bike û li rojhilat, rojava û başûrê Kurdistanê partiyên wekî PYD, PÇDK û PJAKê ava bike.”
Kemal Burkay got ew wekî HAKPAR dê beşdarî hilbijartinên bên yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibin û diyar kir, her roj HAKPAR xurttir dibe û li cihên wekî Batmanê xelk bi xwe têkiliyê bi HAKPARê re datînin û dixwazin şaxên wê li bajarên xwe vekin.

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.