Barzanî û Macron li sertelefonê axivîn

Barzanî û Macron li sertelefonê axivîn

Serokê Herema Kurdistana IraqêMesûd Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê bi hev re axivîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Serokatiya Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê hatiye weşandin Serokê Herema Kurdistana Iraqê  Mesûd Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê bi hev re axivîn.

Di hevdîtina ku hat kirin de Barzanî derheqê geşedanên ku di navbera Herema Kurdistanê û Iraqê hene de agahî daye  Serokkomarê Fransayê.

Hat diyarkirin di hevdîtina ku hat kirin de Serokkomarê Fransayê Macron jî ji ber geşedanî û rageşiyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de fikarên xwe vegot û dû re wiha destnîşan kir: “Divê her du teref sebir bikin û divê pevçûn dernekeve. Bo çareseriyê  çareseriya herî baş gotûbêj  û muzakere ye."

Di daxuyaniya ku hat weşandin de hat destnîşankirin di warê çareserkirina mişkîleyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de tê hêvîkirin ku  Serokkomarê Fransayê hewildanên xwe bidomîne.(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.