Barzanî û Sefîrên Tirkiyê Li Herêmê Civiyan

Barzanî û Sefîrên Tirkiyê Li Herêmê Civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajaroka Selahedînê pêşwaziya sefîrê Tirkiyê yê İraqê Yunus Demîrer û sefîrê giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Aydin Selcen kir.

 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajaroka Selahedînê pêşwaziya sefîrê Tirkiyê yê İraqê Yunus Demîrer û sefîrê giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Aydin Selcen kir.

Di hevdîtinê de, têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hat niqaş kirin ku menfîeta şirîk a herdû gelê Kurdistan û Tirkiyê çêbibe. Di vî warî de Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya li ser karê şirîk a bi navê pêşxistina têkiliya dostaniya her du aliya sekinî ku sexlemkirina têkiliyên stratejik, ji bo feyda herdu aliyan di warên siyasî, ekonomîk û aborî, tîcarî û bazirganî û enerjiyê de hebe.

Balyozê Tirkiye jî rola bilind ya serokê Herêmê Mesûd Barzanî ya ji bo berfirehkirina alîkariya ligel Tirkiyê îfade kirin. Hat gotin ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêmê de pêşketineke ber biçav e û ev pêwendî jî li navçeyê de bûye sebeba parastina hizûrê. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.