Bdp Li Pey Qaosê Ye

Bdp Li Pey Qaosê Ye

Serokatiya Huda Parê ya bajarê Agirî, êrîşa alîgirên Bdpê ya li heyeta Huda Parê şermezar kir

Serokatiya Huda Parê ya bajarê Agirî, êrîşa alîgirên Bdpê ya li heyeta Huda Parê şermezar kir. Di beyanatê de hat gotin ku wê Huda Par neyê provokasyonan. Bila bê zanîn ku Huda Par li tu kesî zulmê nake û zulma tu kesî jî qebûl nake.

   Serokbajarê Huda Parê yê Xarpêtê Ebdulcelîl Demîr jî, der heqê êrîşa çeteya Bdpê de daxuyaniya medyayî da. Demîr êrîşa han telîn kir û beyan kir ku wê xebatên wan yên hilbijartinê bi geş û gûr dewam bike, bila zalim bizanbin.

   Her wiha serokbajarê Wanê parêzer Rasîm Sayğin jî, der barê êrîşa alîgirên Bdpê de wiha got: “Bila hişê xwe bidin serê xwe, bila îrada xwe ji kesên din re kirê nekin. Kesê ku peyva wî hebe, meydan vekirî ye.”

   Serokê Cemiyeta Mustezefan ya şaxa Mêrsînê Veysî Yûmlû jî wiha beyan kir: “Ev êrîş nîşan dide ku ev zihniyeta korfêm, ji ğeyrî xwe tehemmulî tu fikrê nake.” 

                             BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.