Bdp, Mhp: Bila Sererkanî Bi Wezareta Parastinê Ve Bê Girêdan
Partiyên BDP û MHP, hinek teklîf pêşî komîsyona meclîsê ya lihevkirinê ya qanûna esasî kirin.
Partiyên BDP û MHP, hinek teklîf pêşî komîsyona meclîsê ya lihevkirinê ya qanûna esasî kirin. BDP û MHP her dûya jî teklîf kir ku sererkanî bi wezareta parastinê ya mîllî ve bê girêdan.
MHP teklîf kir ku serekcimhûr, ji teref meclîsê ve ji bo 6 salan bê hilbijartin û beriya serekcimhûr dest bi wezîfê bike, bila bi kitêba muqeddes li hizûra Xwedê sond bixwe. BDPê jî xwest ku serekcimhûr ji teref xelkê ve, ji bo 5 salan bê hilbijartin û li ser xebat û guhdeng û parastina qanûna esasiyê sond bixwe.
Li gor teklîfa MHPê, serekcimhûr kengî bixwaze bila karibe serokatiya heyeta wezîran bike û di serokatiya xwe de gazî heyeta wezîran bike, karibe rewşa siqiyê û neasayiyê îlan bike, di şûna qanûnan de hukuman derxe, mensûb û rektorên zanîngehan tayîn bike û der heqê yargiyê de karibe selahiyeta hilbijartinê rake.
Her wiha BDPê jî xwest ku şertê umrê serekcimhûriyê ji 40î dakeve 35an. Dîsa teklîf kir ku bila serekcimhûrtî bi teklîfên nivîskî yên 10 parlementeran û ji teref 200 hezar hilbijêran ve namzet hatibe nîşandan.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.