BDP û Îsraîl, Gelo Armanca BDP ê Çi Ye?

BDP û Îsraîl, Gelo Armanca BDP ê Çi Ye?

Têkiliyên di navbera hikûmet û rejîma terorê siyonîst Îsraîlê de tên xeberdan. Piştî qetlîama gemiya Mavî Marmarayê, bi teşebbusên Emrîkayê îşgalker hat xwestin ku, Tirkiye û Îsraîl li hev bên.

Têkiliyên di navbera hikûmet û rejîma terorê siyonîst Îsraîlê de tên xeberdan. Piştî qetlîama gemiya Mavî Marmarayê, bi teşebbusên Emrîkayê îşgalker hat xwestin ku, Tirkiye û Îsraîl li hev bên. Meqsed ew bû ku Îsraîl li herêmê bêxwedî û bi tenê nemîne. Ji lew Îsraîl dana tezmînatê qebûl kiribû, formalîte be jî ji Tirkiyê uzir xwestibû.

Feqet niha li gorî rojnameya Mîllî Qezeteyê, BDP bi Îsraîl re têkiliyan pêk tîne. Li gorî xebera qezetê serokê belediya Sûrê ya Diyarbekirê Ebdullah Demîrtaş, ji Îsraîlê heyetekê ji bo 4 rojan dawetî Diyarbekir kir. Heyet hat Diyarbekir. Di heyetê de serekê belediya Mavesseret Tsion Arîe Şaham jî heye.

Demîrtaş pêşwaziya heyetê kir. Di civînê de qezetevanan êrîşa gemiya Mavî Marmarayê ji Arîe Şaham pirsîn. Şaham bi qurretî got ku Îsraîl parastina xwe kiriye. Li ser cewabên Şaham, ji Demîrtaş û kesên belediyê tu tepkî û dilnerihetî nehat nîşandan. Demîrtaş ji bo şehîd Elî Haydar Bengî peyvek jî negot û nepirsî. Lê belê behsa Sînagog û mezergehên yahûdiyan yên li Diyarbekir kir. Tê gotin ku wê di hukmê 4 rojan de heyeta Îsraîlê, bi belediya Sûrê re hinek protokolan îmze bike. Naverokên protokolan nayê zanîn.

Ev ji demek dirêj ve tê zanîn ku siyonîst Îsraîl, li ser Kurdên musluman xebatên mîsyoneriyê dike. Siyonîst Îsraîl bi kovara Îsrael-Kurdê, dixwaze Kurdan bike sempatîzanên xwe û qetlîamên xwe şîrîn xuya bike. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.