BDP Ziyaretên Xwe Îbtal Kir
Do heyeta BDPê, li Sînopê marûzî êrîşa komek protestovanan bûbû. Nêzî 9 saetan di mamostexanê de mehsûr mabûn.
Do heyeta BDPê, li Sînopê marûzî êrîşa komek protestovanan bûbû. Nêzî 9 saetan di mamostexanê de mehsûr mabûn. Dûre bi panzerên polîs, derbasî Samsûnê bûbûn. Li wir jî rastî êrîş û protestoya bûbûn. Ji ber van êrîşan, heyetê ziyareta xwe ya ku wê li Trabzonê bikira, îbtal kir.
Heyeta BDPê xwestibû ku komela 78an ziyaret bike. Lê nêzî hezar kesî, li ber komelê civiyan û dest bi protestoyê kirin. Bîna komelê dan ber keviran, camê bînayê şikandin. Di navbera protestovan û polîsan de niqaş qewimî.
Mensûbên komela 78an, komela xaniyên xelkê, partiya komonîst û partiya demokrasî û wekhevî derketin ser bînayê. Wan jî protestovan dan ber keviran. Ji ber van rageşî û protestoyan, heyeta BDPê ziyareta xwe ya ku wê li Trabzonê bikira, îbtal kir.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.