Bê xebera me erdên me ji me sitandin

Bê xebera me erdên me ji me sitandin

Li Rihayê di hinek gundan de gundiyan idîa kirin ku erdên wan li ser navê kesên din hatine tapûkirin. Gundiyên ku qala mexdûriyetên xwe kirin destnîşan kirin bila demildest ev mexdûriyet were çareserkirin.

Li Rihayê gundiyan idîa kirin erdên wan ên ky ev nêzî 100 salan e ew datînin û diçînin li ser navê kesên din hatine tapûkirin. Gundiyên ku qala mexdûriyetên xwe kirin destnîşan kirin bila demildest ev mexdûriyet were çareserkirin.

Gundiyên gundê Horzuma 90 avahiyê diyar kirin erdên wan ên 805 donimî yên ku ji bav û kalên wan maye û çendîn sal e ku ew dtînin li ser navê kesên din hatine tapûkirin. Gundiyan diyar kirin wan di derbarê vê yekê de miraceat kirine lê tu tişteke bi dest nexistine.

Mixtarê Gundê Horzumê Mustafa Kiliç diyar kir ku erdên wan bê xeberên wan li ser navê Emîne Yetkîna meta Mufît Yetkînê Parlementerê Rihayê ya AK Partiyê hatiye tapûkirin. Kiliç diyar kir ku xebera wan piştî 6 mehan ji vê yekê hebûye.

Kiliç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em 5-6 meh berê çûn reformê. Ji me re gotin ‘erdên we yên xezînê bi şiklekî veşartî tapû kirine.’ Dema ku min pirsî ew kîne wan gotin; ‘parêzerên bi navê A.Ş, H.D. û M.D. ne. Hinek midûr û memûr jî alîkariya wan kirine. Gelo ev xezîne ya gund nînin? Ev 100 sal zêdetir e ku yên kal û bavê me bûn.”

Kiliçê ku ragihand ev vê biryara ku bê teblîxat hatiye dayîn qebûl nakin wiha pê de çû: “Ev kesên ku erdên me tapû dikin mafya ne. Milet û memûrên wir dixapînin tapûyan dizivirînin ser navê xwe. Ev dikarin bên lji gund erd bigirin? Qetlîam derdikeve. Ev diçin gund û bi zorî ji wan distînin.”

Kiliçê ku bang li rêvebiran kir wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji Serokkomarê xwe dixwazin ku vê erdê ji wan bistîne. Gundiyên me feqîr in. Perîşan bûne. Ez bang li wezîrê me Faruk Çelîk jî dikim. Sûcê davêjin sitûyê Faruk Çelîk jî. Dibêjin ku wî vê yekê îmza kiriye. Em bawer nakin ku tişteke wisa hebe.”

 “Pêwîst bû ku dewlet li xwediyê erdan bişêwiriya”

Huseyîn Kiliçê ku erdên wî jê hatiye sitandin diyar kir hewl tê dayîn ku gundî bitirsin. Dûvre Kiliç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez nişteciyê vê gundê me. Gundê me hatiye mexdûrkirin. 100 sal e ku ev zevî tên bikaranîn. Mafya wek 20, 30 dest daniye ser erdên hinek kesan. Niha jî parêzerên xwe dixin dewrê da ku zeviyan bifroşin. Ji xwe ez xwediyê vê zeviyê me. Dê ez çawa bistînim?”

“Ez erda bejî diçînim lê îro ji hinek însanan re tê pêşkêşkirin”

Halîl Yapici destnîşan kir ku berê erdê di destê wan de bejî bûye. Wan cot kirine û anîne asta çandinê. Ji ber vê yekê divê ku ji sedî 60ê wê ya wan bibe. Dûvre Yapici wiha destnîşan kir: “Ev erd wek erdên bejî ji me re hatin neqlkirin. Me jî van xebitand. Îro jî ev erdên ku me aniye vê halê em dixwazin dûbare îadeyên me werin kirin. Di qanûna dewletê de dema ku mirov erda bejî bixebitîne û biçîne ji sedî 60ê wê ya wî kesê ku zeviyê daye xebitandin e.”

Mahmut Aslan jî diyar kir ku di gelek gundan de bi vê şiklê çendîn donim erd hatine hilgirtin. Dûvre Aslan belav kir ku ev yek rê û rêbazeke rast nîne. Heke wiha bibe dê li herêmê encamên pir xerab pêk werin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.