Bedîî Di Hucra Tecrîdê De
Li gorî xebera malpera partiya Hurriyet û edaletê hat diyarkirin ku
Li gorî xebera malpera partiya Hurriyet û edaletê hat diyarkirin ku, li Misrê serekê teşkîlata Îxwan Muhemmed Bedîîyê heftê salî, li hepsa Tûrayê di hucra tecrîdê de tê sekinandin.
Li ser xeberên ku rewşa sihheta Bedîî ber bi xerabiyê ve diçe, malbata Muhemmed Bedîî ji bo ziyaretê, miracaetî îdara hepsê kir. Zavê Bedîî Ehmed wiha got “Rewşa wî baş e. Lê di hucreya tecrîdê ya ku ji bo kesekî hatiye çêkirin de ye. Nahêlin ku derkeve ciyê hewadariyê û bi mensûbên Îxwan re hevdîtinê bike. Ev şertên giran wî zêde diêşîne.”
Ehmed da zanîn ku ji bo ziyaretê tenê destûra jin û qîza wî dane. Di heyama desteserkirinê de diranê wî yê çêkirî û berçavka wî hatibûn şikandin. Çend roj pey desteserkirinê hatine temîrkirin.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.