Beğdayê Deynê Şîrketên Petrolê Nade, Herêma Kurdistanê Jî Petrolê Sekinand

Beğdayê Deynê Şîrketên Petrolê Nade, Herêma Kurdistanê Jî Petrolê Sekinand

Beğdayê Deynê Şîrketên Petrolê Nade, Herêma Kurdistanê Jî Petrolê Sekinand

 Li gor ajansan hat zanîn ku herêma Kurdistanê, şandina petrolê daye sekinandin. Herêma Kurdistanê beyan kir ku îdara merkezî ya Beğdayê, deynê şîrketên petrolê yên li herêmê dixebitin nade. Ji ber vê yekê jî, petrolê bera boriyên xeta merkezî nade.

Mişawirê wezareta çavkaniyên tebiî yê herêmê Elî Huseyîn Balo, li Hewlêrê bi wasîteya telefonê, ji Asoşieytid Presê re peyivî. Da zanîn ku hikûmeta Beğdayê, ehda dayîna 848 milyon dolarê bicîh neaniye. Tenê 550 milyon dolarî daye. Ji ber vê yekê jî, sewkiyata petrolê sekinandine.

Hat gotin ku berî sekinandinê, rojê 180 hezar bermîl petrol dihat sewkkirin.

Wekî tê zanîn di piştî ku Emrîka di 2003an de İraqê îşgal kir, Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 50 şîrketan re, bê tesdîqa hikûmeta İraqê peymana petrolê îmzekiribû. Van peyman jî bûbûn sebebê niqaş û rageşiya navbera Herêm û İraqê.

Li aliyê din alîkarê serekwezîr yê ji karên enerjiya İraqê mesûl Faysal Ebdullah, tesdîq kir ku temamê deynê şîrketan nehatiye dayîn, lê belê sebebê nedayîna vî deynê ev e ku, herêm rojê ji 200 hezar bermîlê hindiktir petrolê sewk dike. Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.