“Belengazî qedera tu kesî nîne”

“Belengazî qedera tu kesî nîne”

DİYARBEKİR - Bi minasebeta “Heftiya Alîkariya Belengazan” Serokê Platforma Alîkariyê yê Umut Kervani M. Siddik Furkan di derheqê feqîr û belengaziyê de nirxandin kir. Furkan diyar kir ku belengazî qedera tu kesî nîne.

Bi minasebeta “Heftiya Alîkariya Belengazan a 12-18ê Berfanbarê” Serokê Platforma Alîkariyê yê Umut Kervani M. Siddik Furkan di derheqê feqîr û belengaziyê de nirxandin kir.

Furkan anî bibîranîn ku li gelek derên cîhanê nexweşî, birçîtî û însanên ku bi feqîrtî û belengaziyê re rû bi rû mane hene. Furkan destnîşan kir ku belengazî qedera tu kesî nîne.

Furkan ragihand ku pergala emperyalîst û kapîtalîstan zengînan zengîntir û feqîran jî feqîrtir dike. Dûvre Furkan wiha diyar kir: “Feqîrtî ji ber bê edaletiya dabeşa dehatê diqewime. Li çar terafên cîhanê li Somalî, Arakan, Sûrî, Iraqê û gelek welatên din belengazî gihaye asta herî zêde. Ev aqûbet ji ber lîstîkên ku hêzên emperyalîst tînin serê me diqewime. Di van rojan de piraniya însanan dûçarê feqîrtiyê bûne.”

“Pêwîst e ku rêvebir ji destê feqîran bigirin”

Furkan diyar kir ku ji gelek feqîran re bûna şahid û ew wan pir xemgîn dike. Dûvre Furkan wiha li axavtina xwe kir: “Di encama pêşkêşkirina pergala emperyalîst û kapîtalîst de însan nikarin qetekî nan bibin malên xwe. Pergal her tiştên di destê însanan de xesp dike. Pêwîst e ku feqîrtî ji holê rabe û firehî çêbibe û rêvebir ji destê feqîran bigirin.”

“Belengazî qedera tu kesî nîne”

Furkan diyar kir ku mizeya kêmtirîn hindik e. Dûvre wiha destnîşan kir: “Mizeya kêmtirîn di şert û mercên îro de mizeya kêmtirîn bes kirêya malê, ceyran û avê temîn dike. Ev yuek kêm e. Wek Umut Kervani û Umut Kapisi temenî dikin ku rewşa însanan a aboriyê çêtir bibe û dawî li vî bêkariyê were. Belengazî qedera tu kesî nîne. Em dixwazin ku însan bi aqil û wîjdanên xwe hereket bikin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.