Belgeya têketinê ya îmtîhana AOFyê çawa dikare bê standin?
Îmtîhanên vîzeyê yên heyama biharê yên AOFyê dê sibe bên tertîpkirin, kesên ku dê bikevin îmtîhanê dikarin ji ser înternetê belgeya xwe ya têketinê bistînin.
Îmtîhanên vîzeyê yên heyama biharê yên AOFyê dê bi 29-30ê Nîsanê de bên tertîpkirin.
Xwendekar ji bo ku karibin têkevin îmtîhanê divê li ba xwe belgeya têketinê ya îmtîhanê û belgeya nasnameyê ya tesdîqkirî(nasnameya nufusê, karta nasnameya T.C., pasaport û hwd.) bibin îmtîhanê.
Belgeya têketinê ya îmtîhana AOFyê çawa dikare bê standin?
Divê ewil kesên xwendekar têkevin malpera fermî ya AOFyê (https://www.anadolu.edu.tr/acikogretim) dû re jî divê di beşa ‘Têketina Xwendekaran’ de e-posta an jî nimreya T.C. û şîfreya xwe binivîsîn. Piştî ku ev kirarî hatin kirin re ew ê rûpela xwendekaran vebe. Xwendekar dikarin di vê beşa ‘Kirariyên Îmtîhanê’ de belgeya têketina îmtîhanê bistînin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.