Belgeyên Ergenekonê
Mehkema cezaya giran ya 13an ya Stenbolê, ji bo doza Ergenekonê, ji sererkaniyê hard dîsk xwestibûn.
Mehkema cezaya giran ya 13an ya Stenbolê, ji bo doza Ergenekonê, ji sererkaniyê hard dîsk xwestibûn. Di agahiyên hard dîskê de gelek me’lûmetên muhîm hene. Di wan de rojeva welêt, polîtîkayên hikûmetê, rêçika mudaxela siyasetê tê qalkirin. Agahiyên vê notê, mehek û nîv piştî ku partiya AKPê cara duda tê îktîdarê hatine nivîsandin. Di notê de ji Eskeriyê re tê tewsiye kirin ku, hikûmetê ji xwe re neke hedef û di aleyhê wê de xeber nede.
Her wiha tê îfade kirin ku divê AKP desteka millet winda bike û tê îqaz kirin ku ger mudaxele bi hêzên merkezî re neyê kirin, wê fatûra wê giran be. Gava ku AKP qawet û desteka xwe winda kir, divê eskeriye qaweta xwe mihefeze bike.
Di notê de hinek tewsiyên din jî tên kirin. Deverê ku sernixumandî lê be, divê çûna wir pêk neyê. Gava di fealiyetên sosyal de kesên sernixumandî bên dîtin, bi hinek mazeretan ew der bên terikandin. Ji bo ku teşebbusên provokatîf neqewimin, kesên bên dawet kirin, bila bê xanimê xwe beşdar bin. Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.