Berdevkê HUDA PAR: Divê em di meha Remezanê de birayên xwe yên erdhejzede ji bîr nekin

Berdevkê HUDA PAR: Divê em di meha Remezanê de birayên xwe yên erdhejzede ji bîr nekin

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê li Mereşê serdanên xwe yên erdhejzedeyan didomîne.

Emîroglu û heyeta pêre li Mereşê pêkve serdana erdhejzedeyan dikin. Di dema ziyaretên ku tên kirin de endamên partîyê derd û kulên erdhejzedeyan guhdar kirin û hal û wextê wan pirsîn.

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê di dema ziyaretan û piştî ziyaretan de nirxandinan kir. Emîroglu di nirxandinên ku kir de destnîşan kir, mexdûrîyeta erdhejzedeya hêj berdewam dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em di meha Remezanê de birayên xwe yên erdhejzede ji bîr nekin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.