Berdevkê HUDA PARê: Di dema ku tê de îdam berdewam dikin de asayîbûna pêwendîyan a bi Misirêne rast e

Berdevkê HUDA PARê: Di dema ku tê de îdam berdewam dikin de asayîbûna pêwendîyan a bi Misirêne rast e

Şehzade Demîrê Berdevkê HUDA PARê derbarê rojeva derve de daxuyanîyek belav kir û balan kişand li ser asayîbûna di navbera Tirkîye û Misirê de.

“Di wextekî ku tê de hewl tê dayîn di navbera Tirkîye û Misirê re pêwendî bê danîn de ev îdam tên kirin ku ev yek gelek manîdar e”

Demîr di destpêka daxuyanîya xwe de balan kişand li ser rewşa Mislimanên li Misirê û diyar kir, li Misirê herî dawî 17 Misliman hatin îdamkirin û niha 1288 Misliman bi cezaya îdamê tên darizandin. Demîr dû re wiha got:” Li Misirê însanên masûm nexasim jî kesên ku endamên Îxwanê ne di zindanan de tên girtin. Niha cezaya îdamê ya 76 kesan tekez bûye û 1288 kes jî bi cezaya îdamê tên darizandin. Di wextekî ku tê de hewl tê dayîn di navbera Tirkîye û Misirê re pêwendî bê danîn de ev îdam tên kirin ku ev yek gelek manîdar e. Eger hevdîtin û pêwendî ji bo sekinandina qetlîam û zilmên ku tên kiribin, be  baş e.Lê heke ne wisa be, di dema ku tê de îdam berdewam dikin de asayîbûna pêwendîyên di navbera Tirkîye-Misirê de ne rast e. Divê ji van îdaman re bertek û reaksîyona lazim bê nîşandan û dawî li vê zilmê bê zanîn sazîyên mîna NY yên navneteweyî û temamê Mislimanan zextan li Sîsîyê darbeker bikin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.