Berdevkê HUDA PARê Ramanli, di Meclîsê de bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi Kurmancî axavtinek kir

Berdevkê HUDA PARê Ramanli, di Meclîsê de bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi Kurmancî axavtinek kir

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê di Meclîsê de bi Kurmancî daxuyanîyek parve kir.

Ramanli di Meclîsê de rojevê nirxand û nirxandina xwe jî bi Kurmancî kir.

Ramanli di axavtina xwe de îfade kir divê alema Îslamê ji bo Fîlîstîna ku ji 7ê Cotmehê vir ve dûçarê zilma sîyonîstan dibe rabin pîya.

Di daxuyanîyê de Ramanli bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê weha got, “Zimanê me hebûna me ye, zimanê me temînata îstîqbala milletê me ye.”

“Însanîyet û alema Îslamê di meseleya Fîlîstînê de nikare gavekî bavêje”

Ramanli anît ziman ku 130 rojê zêdetire xûşk û birayên me li Xezzeyê têne kuştin, ev jî dilê me dişewitîne, “Terorîstên sîyonîst bû çend roj e li ser xûşk û birayên me bombeyan dibarînin. Di van êrîşan de zarok, pîrek, îxtîyar canê xwe ji dest didin û şehîd dibin. Ev rewşa ku alema Îslamê di nav de ye me gelek jandar dike û dilê me diêşîne. Însanîyet û alema Îslamê di vê meseleyê de gaverkî navêje. Ji bo dawîkirina vê zilmê divê gav bên avêtin û wezîfeyên ku hene bêne bicîhanîtin.”

“40 roj paşê ew ê welatîyên me biçin rayan bavêjin”

Ramanli got, “Em îro ketina nav pêvajoya hilbijartinê. 40 roj paşê ew ê welatîyên me biçin ser sindoqan. Wê hemû kes ji partîya ku bawerîya xwe pê tîne û ew ê ji wî xizmetê bibîne re rayên xwe bidin.”

“Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Cîhanê ye”

Ramanli di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand ku ziman yek ji ayetên Xwedê ne, “Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye. Ji ber vê yekê em jî îro li vê derê bi zimanê xwe ; Kurmancî diaxivin. Zimanê me roj bi roj winda dibe. Çend hefteyên borî me derheqê ziman de daxuyanîyan belav kiribû ku bila xelkê me di warê zimanê xwe de bişiûr bin. Bila zarokên me jî zimanê xwe zanibin ku bila zimanê me winda nebe. Me bi kampanya û çalakîyan xwest ku bila hemû kes derheqê zimanê xwe de hişyar be. Em wek Kurd û Kurmanc naxwazin ku bila zimanê me tune û winda bibe. Ne ku tenê bila zimanê me winda nebe bila ti zimanekî winda nebe. Kî dibe bila bibe ti dixwazî bila Laz, Çerkez, Abaza û Zaza be, bila hemû kes wek Tirk û Ereban xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman litfekî Xwedê ye ku daye me. Cudabûna ziman yek ji ayetên Xwedê ne. Xwedê Teala di Qurana Pîroz de ji me re weha dibêje, cudabûna zimanê me, me ji hev cudatir nake û me nake ber singê hev, bileqs divê em hemûyan hez bikin, hemû nas bikin û ji bihevrebûna xwe re bibin wesîle.”

“Me tev bi hev re vê welatê bi micadeleyekî nav û deng saz kir”

Ramanli îfade kir ku maf bi çek û mirinê nayê standin, “Xelkê Kurd bi deh salan e ji ber ku zimanê wan hatîye qedexekirin êdî ew nikarin xwe îfade bikin, nikarin bi zimanê xwe jî biaxivin. Ew nikaribûn ku bigotana em Kurd in. Çiqas sîyaset pêşve diçe, şiûr berfireh dibe û normalbûnî çêdibe hêdî hêdî qedexe jî ji holê radibin. Encax hêj gelek gav hene ku divê em bavêjin. Divê zimanê me bibe zimanê perwerdehî û fermîyê. Di vî warê de em ê micadeleya xwe ya di sîvîlî, sîyaset û meşrûyan de bidomînin. Em wisa bawer dikin ger ku însan were cem hev û biaxive ew ê vê însanê ku eqlê wî li serê wî be wê îqna bibe. Em bi şer, mirin û çekan nikarin bighêjin armanca xwe. Ji 40 salan zêdetire van tiştan hatin tecrûbekirin. Em wek 85 milyon welatîyan bi hezarsalan e xwedî dîrokekî hevpar in. Me ji bo hev xwînê rijandîye. Me vê dewletê bi hev re di micadeleyekî mezin de damezrandîye. Rojên me yên xweşik jî rojên me yên xerab jî rojên me herduyan a xweşik û biêş e. Divê îstîqbala me jî wek hev û xweşik be.”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku Emrîqa bi her hawayî alîkarîya sîyonîstan dike, divê welatên Îslamê jî alîkarîyan bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.