Berdevkê HUDA PARê Ramanli ji heqaretên li dijî Şêx Saîd re bertekê nîşan da

Berdevkê HUDA PARê Ramanli ji heqaretên li dijî Şêx Saîd re bertekê nîşan da

Parlamenter û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, di daxuyanîya çapemenîyê a ku di Meclîsê lidarxist de weha got, “Dema ku hûn fotoxrafên ekîbê Dadgeha Îstîklalê ku Şêx Saîd Efendî daleqandine binhêrin tê dîtin ku dirûbê kî bi Îngîlîzan dikeve û yên kî bi

Berdevkê HUDA PARê Ramanli, di daxuyanîya çapemenîyê ya ku di Meclîsê de lidarxist de derheqê rojevê de nirxandinan kir û pirsên rojnamegeran bersivand.

“Ew putên xwe yên ku ji helawê çêkirine tînin bîra xwe”

Ramanli derheqê Koalîsyona ku ji bona Yemenê hat damezrandin de axivî û weha got, “Van emperyalîstên ku bi navê mafên însanan, mafên zarokan, mafên seyehatê, mafên çapemenîyê, mafên jîyanê ti beyanatan nadin, dema ku qala tîcareta wan dibe hûn dibînin ku ew çawa putên xwe yên ku ji helawên xwe yên ku dixwin çêkirine tînin bîra xwe.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de derheqê Yemenê de balan kişand û destnîşan kir ku divê ji micahîdên Yemenê re destek bê dayîn.

Berdevkê HUDA PARê Ramanli dûre derheqê pirsgirêka bêkarîyê a li Sêrtê de jî axavtinek kir.

“Şêx Saîd qehremanê Îslamê ye”

Ramanli, li ser bibîrxistina heqaretên ku di demên dawîn de ji Şêx Saîd re tênê kirin vê bersêvê da:

“Lazim e ku pêşî ez vê tiştê îfade bikim: Şêx Saîd qehremanekî Îslamê ye. Dema ku em li dîrokê, şexsîyetên dîrokê û bûyerên ku di dîrokê de pêk hatine dinêrin bi çavê ku em ji xwe re îbredan derxînin, wan xeletîyên ku pêk hatine bila cardin pêk neynê û kombûna di derdora rastîyan de lê dinêrin. Em bi wê şeklê dixweyînin û lê dinêrin. Di tarîxê de li vê welatê gelek êş û jan hatine kişandin, gelek pirsgirêk hatin kişandin. Lê em gerek ji wan bûyerên dîrokê dersan derxînin, ji bona ku wan bûyerên dîrokê cardin çênebin, bila biratîya me zêdetir bibe, yekîtîya me daîm be û aşîtîya civakê tesîs bikin gerek em bixebitin, lê di cîhê vana de defterên kevn tênê kolandin û ji nirxên civakê re heqaret tê kirin û bi vê şeklê tê xwestin ku qezencekî sîyasî bê bidestxistin, ev tiş jî eybekî mezin yê sîyasetê ye.

Wan gotin û sifatên ku ji Şêx Saîd Efendî re tênê gotin ji teref min û bi milyonan însanên ku wek min difikirin ve ji wan kesên ku Şêx Saîd Efendî daleqandine re tênê fikirandin. Bi heman rastîyê em wisa dikirin. Ez dixwazim tenê li ser du heqaretên ku tênê gotin biaxivim. Li ser gotina ku Şêx Saîd Efendî ajan û sîxûrê Îngîlîzan e an jî bi Îngîlîzan re hevkarîyê kirîye îftîrayekî tê meşandin. Helbet mirovên ku şiûra wî ya sîyasî ji kitêbên dîroka înqilabê tenê pêk tê dibe ku nikaribe ji van gotinên min re maneyekî bide lê dema ku hûn fotoxrafên ekîbê Dadgeha Îstîklalê ku Şêx Saîd Efendî daleqandine dibînin tê dîtin ku dirûbê kî bi Îngîlîzan dikeve û yên kî bi Îngîlîzan nakeve.

Xisûsa duyemîn; helbet em tevgerekî sîyasî yê ku bi esl û feslan hereketê dikin nînin. Lê esl û feslê Şêx Saîd Efendî ji Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) tê, esl û feslê wî jî ji esl û feslê parlamenterên îro û ji yên berê jî biqîmettir e, ez ji li vê derê îfade dikim ku zikata wî esaletê ji hemû parlamenterên ku hatine û çûne re bes e û zêde ye jî.

Di encamê de em welatîyên sinifa yekem ên ku di vê welatê de dijîn in. Hemû welatên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Sûnnî, Elewî, Misilman, Xeyrî Muslîm yek in û wekhev in. Di azadî û mafên esas de wek hemû kesan xwedîmafê îstîfadekirina wekhev in. Mesulîyetekî me heye ku em pêşerojên xwe di bin esasa edalet û biratîyê de lê bikin. Em mesulîyeta vê tiştê dikarin bi cîh bînin lê em vê tiştê dixwazin ku dema em vê mesulîyetê bikin çi em çi jî yekî dinê ji nirxên civakê re bila heqaretê neke.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.