Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Ketina Xezzeyê ew ê potansîyela hatina ji axên me re yê xeyalên Erz-i Mevud derbixe holê

Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Ketina Xezzeyê ew ê potansîyela hatina ji axên me re yê xeyalên Erz-i Mevud derbixe holê

Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, “Xezze, wek qeleya dawîn yê berxwedana Fîlîstînê ye. Ketina Xezzeyê, dibe ku ketina doza Fîlîstînê û xeyalên anîtina erd-i mevud yê ji axên me re derbixe holê.”

Ramanli, di Meclîsê de daxuyanîya çapemenîyê li dar xist û derheqê rojev û rewşa dawîn a li Xezzeyê de nirxandinan kir.

Ramanli di axavtina xwe de lehîya li Dîyarbekir û Êlihê pêk hat û Keştîya ku li Zongildaxê bin av bûye bibîrxist, ji mirovên ku di van bûyeran de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê kir û ji hemû welatê re jî sersaxîyê şîyand.

Serkan Ramanli di axavtina xwe de bal kişand ku mirin, bi emrê Xwedê ye, di ber vêya de piranîya felaketan jî ji ber bêtedbîrîyê pêk tînê.

Ramanli di axavtina xwe de weha got, “Sedemekî mirina mirovên ku di bûyerên lehî û hilweşîna kana madenê de canê xwe ji dest dane, tedbîrnegirtina me ye. Ger ku em tiştên xwe li gorî Sinettullahê çêbikin û tedbîrên xwe bistînin dibe ku em dîmenên ewqas bi êş û jan nebînin. Ji ber vê yekê em di pey hemû felaketan de îfade dikin ku bila tedbîr bên girtin, lê mixabin çiqas jî em vê tiştê dibêjin û bibîrdixin jî tiştên ku hewce ne nayê kirin. Tedbîrgirtin, hem di warê sektora raya giştî de hem jî di sektora teybet de deynekî ye li ser stûyê me ye.”

“Çeteyên sîyonîst ti nirxekî însanîyetê nas nake”

Ramanli derheqê êrîşên ku li Xezzeyê berdewam dikin de jî axivî û weha got, “Çeteyên sîyonîst ti nirxwekî însanî nas nake, herî dawîn bila were hişê we, wan sîyonîstan xwe avêtibûn ser parlamentoya Xezzeyê û parlamentoya Xezzeyê îşxal kiribûn û di wê îşxalê de jî Wekîlê Serokê Parlamentoya Fîlîstînê Ahmet Behr birîndar bûbû. Çend rojên berê xebera şehadeta wî ji me re hat. Em ji wî re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê dikin. Çi Teşkîlata Hevkarîya Îslamî, çi welatên Îslamî û çi jî yên dinê ji wehşeta hov yê ev çeteyên sîyonîstan re nikaribûn bigotana êdî bes e. Belê, îro em qala navberekî, agirbestekî dikin. Înşaallah ev agirbest bila bibe agirbestîyekî mayînde û ez wisa hêvî dikim ku di nav wextekî de bi dawîbûna êrîşan encam bibe.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de derheqê 5 hezar Lîre îkramîyeya ku ji emekdaran re hatîye dayîn de û derheqê mamosteyên ku nikarin dest bi wezîfeyê bikin de jî kişand.

“Xezze wek qeleya dawîn a berxwedana Fîlîstînê ye”

Ramanli, “Heta ku îşxal dawî nebe em nikarin qala serfirazîyekî bikin. Tu gavekî ku me bibe paş, ne gavekî baş e. Ji xwe îsraîl ti hiqûq û nirxên însanî nas nake û êrîşên xwe didomîne. Dinya jî nêzê 2 meh e hinekên wan ji bo van êrîşan çepikan lê dixin, hinekên wan bêdeng dimînin, hinekên wan jî bes şermezar dikin. Tu kes nikaribû ku ji êrîşên wan re bibêje bes e. Ketina Xezzeyê, dibe ku ketina doza Fîlîstînê û xeyalên anîtina erd-i mevud yê ji axên me re derbixe holê ye.”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha got, “Di vî warî de, parastina temamîyetîya Xezzeyê, ji bo sekinandina êrîşên li wê derê, sekinandina bombebarandina nexweşxane, dibistan, avahî, ambûlans û parlamentoyan helbet muhîm e. Ev tişt di warê însanîyetîyê de gelek muhîm e. Ez wisa bawer dikim û hêvî dikim ku ew ê Hamas û micadeleya Fîlîstînê bikeve merheleyekî dinê. Dibe ku ev tişt bi şekleke dinê derkeve pêşîya me. Ew ê ev doz ji bo dinyayê, bi taybetî ji bo erdnigarîya Îslamê jî bibe wesîle ku ew ziletên xwe bibînin û ji vê jî ders û îbredan derxînin. Bi îzna Xwedê ew ê sibe roja Fîlîstînê ji doh xweşiktir bibe. Elbet em jî mecbur in ku destekê bidin ji ev tiştê re.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.