Berdevkê HUDA PAR'ê Yunus Emîroglu derheqê rojeva derve de daxuyanî da

Berdevkê HUDA PAR'ê Yunus Emîroglu derheqê rojeva derve de daxuyanî da

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PAR'ê, derheqê rojeva derve de daxuyanî da.

Emîroglu, di daxuyanîya ku belav kir de derheqê êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst a li ser Nablus û Xezzeyê û êrîşên ku li Efxenistanê tên kirin de nirxandinan kir.

Êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst li ser Nablus û Xezzeyê

Emîroglu di nirxandina rojeva derveyê de bal li ser êrîşên sîyonîstan a li ser Filistînê dike kişand û got ku rejîma îşxalker li Filistînê qetlîamên xwe didomîne.

Emîroglu weha got, “Sîyonîstên ku di 1ê Tebaxê de êrîş li Kampa Miltecîyan ya Cenînê kir, mehremîyeta mala Bessam es-Sadîyê ji giregirên Hereketa Cîhada Îslamîyê ye û li Filistînê jî şexsîyetekî rêzbar e binpê kirin, heqaretên giran ji malbata wî re kirin û Bessam es-Sadî jî êsîr girtin. Li pey wê du Filistînîyan jî şehîd kir û 40 kesan jî birîndar kirîye. Dûre jî li dijî Xezzeyê êrîşên hewayî da destpêkirin û di nav wan de kesên ku zarok û pîrek jî hene bi dehan Filistînîyan şehîd kir û dîsa bi sedên wan jî birîndar kirîye.

Li alîyê rejîma sîyonîstan du armanca van êrîşan heye:

Îmaja xwe yê ku di meha Gulanê sala 2021an de di Herba Şûrê Qudsê de winda kiribû cardin bidest bixe ya yekem, ya duyem jî ev e ku ji hilbijartina meha Sermaweza 2022yan re jî kirina vebêrhenanê ye.

Di êrîşên dawîn de cardin nîşan da ku sîyonîstan, ji bona ku êrîş li Filistînîyan bike tu sedemek nagere û îhtîyacîya wî ji tu beheneyek re jî tuneye. Gerek hemû raya giştî li hember vê qetlîamê, zilm û bêperwayîyê rabe pîya. Welatên Îslamê gerek minasebetên xwe yên bi rejîma îşxalker re dawî bikin li alîyê de’wa Qudsê bisekinin.”

Êrîşên ku li Efxenistanê tên kirin!

Emîroglu bal kişand ku xelqê Efxenistanê ku li hember Emrîqaya îşxalker zefereke qezenc kirine bi êrîşan tên cezarkirin û weha axivî, “Di encama êrîşên ku li Efxenistanê di nav hefteyeke dawîn de hat kirin de Abdulaziz Muhammedîyê endamê Hîzbu’t Tehrîrê, Şêx Rahîmullah Heqqanîyê ji giregirê Koma Heqqanîyê ye û gelek sîvîlan hatin qetilkirin. Em van êrîşên necis şermezar dikin, ji xelqê Efxenistanê re û ji hemû alema Îslamê re tezîyeyên xwe teqdîm dikin.

Xelqê Efxan yê ku 20 sal bi îşxala Emrîqayê re micadeleyê kirin û di encama wê micadeleyê de jî li hember wan îşxalkeran zeferê qezenc kirin îro ji teref emperyalîstan û pîyonên wan ve tên cezakirin. Êrîşên bi bombeyî yên ku li Efxenistanê tên kirin, tê armanckirin ku bireveberîya nû bên neserfirazkirin. Em van êrîşên ku berdewamiya projeyên kaosê yên dagirkerên li Afganîstanê ne, bi fikar dibînin. Gerek welatên Îslamî, di pêvajoya rabûna Efxenistanê de alîkarîyê bikin, li hember projeyên ku bêîstîqrarîyê armanc dikin bi her şeklî alîkar ji bireveberîya Efxenistanê re bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.