Berdevkê PDKê: Ti pêwendiya me bi şerê PKKê û Tirkiyê re tune ye

Berdevkê PDKê: Ti pêwendiya me bi şerê PKKê û Tirkiyê re tune ye

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed derbarê şer û pevçûna di navbera Tirkîyê û PKKê de daxuyanîyek belav kir.

“PKK bi xwe destê artêşa Tirkiyê kişandiye nav axa Herêma Kurdistanê û alozî û tevlihevî û nearamî veguhestiye nava Herêmê “

Mihemed derbarê mijarê de destnîşan kir “Derbarê şer û pevçûnên di navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê de, dîsa Koma Civakên Kurdistan (KCK) di daxuyaniyekê de, dest bi belavkirina derew û bêbextiyan li dijî PDKê kiriye” û dû re wisa got: “Ji bilî ku em dibêjin ew gotin û tohmetên bê bingeh, nerast in, her wiha em tekez dikin ku ti pêwendiya PDKê bi nakokî û şerê di navbera PKK û Tirkiyê de, tune ye. Ya rast ew e ku PKK bi xwe destê artêşa Tirkiyê kişandiye nav axa Herêma Kurdistanê û alozî û tevlihevî û nearamî veguhestiye nava Herêmê. Ku PKK şerê Artêşa Tirkiyê li nava axa Tirkiyê nake û hertim direvin û xelkê li pey xwe tînin, baş e PDK çi tawanek kiriye?”

“PKK bi xwe jî baş dizane ku eger destê PDKê bi rastî di wan şeran de hebûya, dê PKK di rewşeke xerabtir de bû”

Mihemed di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, em dîsa tekez dikin ku ti pêwendiya PDK bi van şeran tune ye û dû re wiha got: “PDK qet rê li pêşiya PKKê negirtiye ku şerê xwe bike yan na. Eger şer bi PKKê nayê kirin û hertim direvin, qet ne gunehê PDKê ye û bila dest ji wan tohmetên bêbingeh berdin. PKK bi xwe jî baş dizane ku eger destê PDKê bi rastî di wan şeran de hebûya, dê PKK di rewşeke xerabtir de bû.Em dibînin ku baştirîn çareser ji bo wê nearamiyê ew e ku PKK bela xwe ji Herêma Kurdistanê veke û êdî nebe sebeba nearamî û xerakirina jiyana xelkê Herêma Kurdistanê.”


Berdevkê PDKê: Ti pêwendiya me bi şerê PKKê û Tirkiyê re tune ye

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.