Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hemze: Yên ku dixebitin çekên me ji me bistînin em ê rihên wan ji wan bistînin

Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hemze: Yên ku dixebitin çekên me ji me bistînin em ê rihên wan ji wan bistînin

Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hemze, destnîşan kir ku operasyonên wan ên ku li dijî rejîma îşxalker a sîyonîst lidardixin hewqas mezin e ku bi qamerayan nayê belgekirin, “Yên ku dixebitin çekên me ji me bistînin em ê rihên wan ji wan bistînin.”

Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hemze di roja 95an a hereketa Tofana Eqsayê de bi vîdeoyê peyamek belav kir.

Ebû Hemze destnîşan kir ku li Xan Yûnisê balafirekî îstîxbaratê a aîdê îşxalkeran xistine xwarê. Wî îfade kir ku wê di wextekî nêz de dîmenan parve bikin.

Ebû Hemze îfade kir Micahîdan li Xan Yûnisê hêzên îşxalkerên ku xwe sipartibûn avahiyekê bi fuzeyan hatiye lêxistin. Tiştên li qada operasyonê diqewime ewqasa mezine ku qemerayên berxwedanê nikarin bikşînê.

Ebû Hemze got ku heta herb dewam bike li Xezzeyê wê ji bo îşxalkerên hatinin bi cîh kirin veger û îstîqrar tunebe.

Ebû Hemze bertekên tund û sert nîşanê rejîma siyonist û Emrîkaya ku xweditîyê lê dike kir û got, Kî bixwaze sîlehên me ji me bistîne, em ê canê wan ji wan bistînin.

Ebû Hemze diyar kir ger ku herb heta qiyametê dewam bike jî dijmin wê nikaribe berxwedanê ji holê rabike û wê negêhêje armacên xwe.

Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hemze îfade kir berxwedêrên ku di qada sahayê de qerara bide tu rêyeka Netanyahû tuneye ku qebûl neke. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.