Berdevkê Serokomarîyê Kalin derbarê Qudsê de daxuyanî da

Berdevkê Serokomarîyê Kalin derbarê Qudsê de daxuyanî da

Berdevkê Serokomarîyê Kalin derbarê Qudsê de diyar kir “ Ew xeberên ku tê de tê diyarkirin ew ê birêveberîya AmerîkaQudsê wek paytexta Îsraîlê nas bike bi fikar in.”

Kalin di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de diyar kir ‘Ev yek li dijî statuya dîrokî û dînî,  peymanên navneteweyî û qerarên Neteweyên Yekbûyî ye’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Gaveke wisa dê pêvajoya aştîyê ya Rojhilata Navîn ji binî holê rabike û dê bibe sedem ku rageşî û pevçûn zêdetir bibe. Em hêvî dikin ku birêveberîya Amerîka vê xetaya wehîm neke. Parastina statuya Quds û Harema Şerîf gelekî muhîm e û ev yek eşkere ye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.