Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde: Em meha Remezanê bi cîhad û rabitayê pêşwazî dikin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde: Em meha Remezanê bi cîhad û rabitayê pêşwazî dikin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, bal kişand ku berxwedan Xezzeyê, meha Remezana mibarek bi cîhad, û rabityê pêşwazî dike û peyamên muhîm da.

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, piştî demekî dirêj peyamekî bi vîdeoyî parve kir.

Ebû Ubeyde, bal kişand ku tu tiştekî nakeve pêşîya dermankirina birînên xelkê Fîlîstîna ku dûçarê herbekî qirkirinê dibe.

Ebû Ubeyde destnîşan kir ku ev herb dikeve nav meha xwe ya 6emîn û hêna jî dijmin qirkirina xwe ya Nazîyê bikar tîne. Ew axavtina xwe weha zêde kir:

“Qanûnên dinyayê li hember îşxalkera xwespker û ji nirxên însanî mehrum e re bêçare ma. Xelkê me li hember êrîşdarîya Emrîqa û Sîyonîstên ku di dîrokê de tiştekî ewakî nehatîye dîtin disekine. Ev micadele, di dinyayê de, merhaleyekî ku mafên xwe bi zorê dikare bistîne dide destpêkirin.”

Ebû Ubeyde di peyama xwe de got, “Qanûnên berê yê Civaka Navneteweyî, di bin tesîra bireveberîya Emrîqayê de bêedaletî û êrîşdarîyê diparêze.” Ubeyde, dûre bertekên xwe anît ziman.

Ebû Ubeyde weha got, “Destena 7ê Cotmehê, êrîşdarîya ku bi deh salan e bi teşebûsên Cîhûyîkirin û xerakirina Mescîdî Eqsayê encam bûye re wek bersivê hatîye.” Ubeyde di axavtina xwe de derheqê pêşwazîkirina Remezanê de jî axivî.

Ebû Ubeyde, “Me ji efserên wan, leşkerên wan, leşkerên wan ên bi pere û wesayîtên wan re zayîadên mezin da û yên zêdetir jî di destê me de ye. Em di dewra ku însanan pê şanaz dibin de meha Remezanê bi cîhad û rabitayê pêşwazî dikin.”

Ebû Ubeyde, ji bo Mescîdî Eqsayê jî bang kir.

Ubeyde, “Em bang li xelkê xwe dikin ku bila seferber bibin, bila ji Mescîdî Eqsayê re bimeşin, li wê derê bimînin û ji bona ku îşxal rastîyên xwe di sehayê de nîşan nede ji wan re îzîn nedin bang dikin. beşdarbûna fedekarî û berxwedana xelkê Xezzeyê, astengkirina teşebûsa parkirina Mescîdî Eqsayê wezîfeya hemû însanên azad in.”

Berdevkê Tûgayên Qessam, îfade kir ku çalakîyên wan ên li hember îşxalê berdewam dikin.

Ubeyde weha got, Micahîdên me, ji bona ku ji artêşa îşxalê re ku li çar alîyê Xezzeyê ne re bersivê bidin herba xwe didomînin. Micahîdên me di nav çend hefteyên dawîn de çend kemînên xessas li dar xistin û gelek operasyonên taybet tertîp kirin. Operasyonên me giranîya xwe ji herêmên başûr û bakurê Xezzeyê re daye.”

Ebû Ubeyde derheqê êsîran de jî axivî û weha got, “Em didin diyarkirin ku tesîra birçîbûnîyê ji êsîran re jî heye, em ji we re dibêjin ji ber kêmasîya derman û xwarinê di hinek êsîran de nexweşîn dest pê kirine. Gelek êsîrên dijmin di encama êş û jana ku xelkê me dijî de; dûçarê nexweşîn, bêavî, ziîfbûn û kêmasîya dermanan dibin.”

Ebû Ubeyde derheqê mizakereyên agirbestê de jî axivî û diyar kir berxwedan; bi tevî sekinandina hemû êrîşan, bi vekişîna hemû îşxalkeran a ji Xezzeyê, alîkarîkirina ji însanan re dev ji daxwxazîyên xwe yên vegerîna xelkê me yên ku ji cîhê xwe bûne û lêkirina xanîyên nû jî bernedin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.