Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde: Heta niha ji 825an zêdetir wesayîtên îşxalê hatine hedefgirtin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde: Heta niha ji 825an zêdetir wesayîtên îşxalê hatine hedefgirtin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, diyar kir ku hereketa Tofana Eqsayê, sîyonîstan kirîye rêya tunebûnê, ji destpêka êrîşên heta niha li dijî Xezzeyê heta niha 825an zêdetir wesayîtên leşkerî yên dijmin hatine hedefgiritn.

Ebû Ubeyde di roja 83yem a Operasyona Tofana Eqsayê de peyamekî bideng belav kir.

Ebû Ubeyde di daxuyanîya xwe de weha got:

“Tofana Eqsayê, sîyonîstan kirîye rêya tunebûnê.

Me derbeyekî giran li îşxalê xistîye û ji dinyayê re qal kir di vê jîyanê de em xelkekî ku azadî û mafan dixwazin in.

Piştî êrîşên 83 rojan micahîdên me hêna jî di sehayê de bi dijmin re rûbirû ne.

Ji destpêka êrîşên li dijî Xezzeyê heta niha 825an zêdetir wesayîtên leşkerî hedef girt.

Micahîdên me, hêna jî di herêmên êrîş, parastin û nuqteyên gelek muhîm de ji dijmin re zayîatên giran dide.

Micahîdên me di nav vê du rojên dawîn de operasyonên taybet yên wek , cebilxaneya ku li ser dijminin û neteqîyane teqand, di avahîyan de bi kemînan leşkerên îşxalê kuştine, mayînan teqandine, sê helîkopterên dijmin bi fuzeyan hedef girtine lidarxistine.

Pêşîvanîya me êrîşên ku li dijî xelkê me tê kirin bê sekinandin e û di pêşîya vêya jî tu meseleyekî me yê pêşeng tineye.

Ti peymanekî pevguhertina êsîran yê ku heta êrîşên li dijî xelkê me neynê sekinandin tineye.

Me gelek dîmenên ku mîcahîdên me leşker û wesayîtên dijmin hedef girtîye belav kir û ev jî hêna ji behrê kulmekî ye.

Xezze, rûyê rast yê hemû sazîyên derew ên ku di destê wan de şûrê mafên însanan hene û wê şûrê jî ji bo xelkê bêparastin dixebitînin derxistîye holê.

Ey xelkê me yê ku nîşana comerdî, sebr û zeferê ye! tiştê ku ev neyarê tirsonek tê de bûye hoste xerakirin û qetlîam e. Lê em dibêjin ku em ê bi tevî xelkê xwe di heman sitargehê de cîhên ku îşxala Nazî xera kirîye ji nû ve lê bikin, loqmekî nanê xwe, dilopekî ava xwe bi xelkê xwe re parve bikin, vê êrîşê jî bi qeweta Xwedê di demeke gelek nêz de bişkînin û vala derxînin. Ew ê xelkê me di vê êrîşdarîyê de bi serbilindî, bi îzzet û bi şan û şerefê bê tacwergirtin. Di vê herba pîroz de her dilopekî xwîna paqij yê şehîd û birîndaran, bi îzna Xwedê ew ê ji zefer, fetha mezin û xelasîya nêz re şahidîyê bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.