Berf Dibare Li Hinek Bajaran Mekteb Tatîl Bûn

Berf Dibare Li Hinek Bajaran Mekteb Tatîl Bûn

Li Welat barîna berfê dest pê kir. Li hinek bajaran mekteb tatîl bûn. Li Dêrsim û bajarokên wê, rewşa heyatê giran kir. Mekteb ji bo rojekê hat tatîlkirin.

Li Welat barîna berfê dest pê kir. Li hinek bajaran mekteb tatîl bûn. Li Dêrsim û bajarokên wê, rewşa heyatê giran kir. Mekteb ji bo rojekê hat tatîlkirin.

Li Erzîncanê ji do de berf û pêzûn diqewimin. Di 39 kîlometreya riya Erzîncan û Erzeromê de, çûnûhatina wesaîtan sekiniye. Bi dehan wesaît mehsûr mane. Her wiha li hêla Colemêrgê jî barîna berfê dewam dike. Li merkeza bajêr û li Gever û Çelê mekteb, ji bo rojekê hatin tatîl kirin. Mekteb li Erzerom, Erzînca, Mûş û Gumuşxane û navçeyên wanjî, ji bo rojekê, li Qers û bajarokên wê ji bo 2 rojan hat tatîl kirin.

Li Meletê riya 117 gundan, li Wan û Bedlîsê jî riya 241 gundan hatin girtin. Ji bo vekirina van riyan xebat dewam dikin. Hat beyan kirin ku ji ber rewşa hewayê, seferên teyaran yên li van bajaran hatine betal kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.