Beriya Remezanê Alema Îslamê
Alema Îslamê hazirî û amadehiya meha remezanê dike. Lê li gelek deveran zulm û wehşet û qetlîam û îşgalên zordest û bûdîst û xaçperestan didomin.
Li Sûriyê ev serê 2 salan e ku şer û herb diqewime, di hadîseyan de zêdetirî 100 hezar însan hatine qetilkirin. Çend milyon kes jî ji war û welatê xwe bûne.
Li Iraqê şer û teqîn nasekinin. Pey îşgal û dagiriya Emrîka, Iraqê tu rihetî nedît. Bi hezaran kes di hadîseyan de hatine qetilkirin.
Li Fîlîstînê zulm û ambargo û îşgala rejîma terorê dewam dike. Kolandina di bin Mescîda Eqsayê de jî nesekiniye. Ji 2006an vir ve Ğezze ji aliyê behr û ber û hewayî ve di bin ambargoyê de ye.
Li Tirkistana Rojhilat û li Myanmarê zulm û wehşeta komonîstên Çîn û Bûdîstên hov û har, sekn û hedanê nas nakin. Xisûsen li Araqan û Myanmarê, talan û şewat û kuştina xelkê misluman, li ber çavê dinyayê diqewimin. Li Pakîstan û Efğanistan û Çeçenistanê zulm û qetlîam didomin.
Dîsa li Efrîkayê welatên mislumanan di bin îşgal û şêlandinê de ne. Millet feqîr û şerpeze ye. Li Ewrûpayê jî cûdatî, tehrîk û zordestî li ser mislumanan tên tetbîqkirin.
Hêvî heye ku Xwedayê Rebbê mezin, bi xêr û hurmeta meha remezanê, van zulm û te’deyan ji ser alema Îslamê hilîne, hizûr û xweşî û silametiyê bide ummetê. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.