Bernameya çûndina îdaneya HUDA PARê diyar bû

Bernameya çûndina îdaneya HUDA PARê diyar bû

Di navbera partîyan de bernameyên çûndina îdana hev bûye wek kevneşopîyê, di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku ew ê HUDA PARê jî 9 partîyan zîyaret bike.

HUDA PAR; wê bi AK Partî, Partîya Devayê, Partîya Refaha Ji Nû Ve, Partîya Seadetê, Partîya Yekîtîya Mezin, Partîya Rêya Netewe, Partîya Çep a Demokratîk, Partîya Gelecekê û HAK PARê re îdanê bike.

Li gorî daxuyanîya HUDA PARê bernameya pîrozkirina îdanê wê ewakî be:

“Di 11ê Nîsana roja Pêncşemê ku dudoyê Îda Remezanê ye de, serê ewil ew ê bi lijneya AK Partîyê re hevdîtinek bê kirin.

Wek HUDA PARê piştî zîyareta ji AK Partîyê re ew ê li gorî rêzê bi Partîya Devayê, Partîya Refaha Ji Nû Ve, Partîya Seadetê, Partîya Yekîtîya Mezin, Partîya Rêya Netewe, Partîya Çep a Demokratîk, Partîya Gelecekê û HAK PARê re hevdîtin bê kirin.”

Lijneya ku werin HUDA PARê zîyaret bikin wê ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê Mesulê ji Karên Civakî yê HUDA PARê Yunus Emîroglu, Endamê Sazîya Îddareya Giştî Yasîn Dursun û Endamê Sazîya Bireveberîyê Reşat Uşar ve werin pêşwazîkirin.

Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Endamê Sazîya Îdareya Giştî Hasan Bozdaş û Serokê Baskên Ciwanî yê Navenda Giştî Hamdullah Er jî di heman demê de navendên partîyên ku werin îdana HUDA PARê zîyaret bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.