Bernameyên Mewlûdê
Platforma evîndarên pêxember, li welat û Ewrûpayê bernameyên mewlûda pêxemberê me didomîne.
Platforma evîndarên pêxember, li welat û Ewrûpayê bernameyên mewlûda pêxemberê me didomîne. Bi vê minasebetê li gundê Karabûlaka Bazîda Agiriyê, li Modkêya Bedlîsê, li beldeya Serwiya Dara Hênê û li Laheya Hollandayê bernama mewlûda pêxember hatin lidarxistin. Millet bi coşek mezin tevlî bernameyan bûn. Li hinek deveran digel baranê jî bername terk nekirin.
Li gundê Karabulaka Bazîdê, bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey mewlûd û îlahiyan Cemal Arwas, li ser heyata pêxemberê me xeber da. Pey îlahiyan bername bi xwendina duayê bi dawî bû.
Li Modkê jî beriya bernamê gelek xebat û xizmet hatin kirin. Millet hatin dawetkirin. Bername pey xwendina Quran û mewlûdê, bi îlahiyan dewam kir. Digel baranê jî millet meydana mewlûdê terk nekirin. Ebdulbarî Çelîk xoca bi Kurmancî li ser siyer û doza hz Resûlûllah peyivî. Da zanîn ku pêxember û eshab, ji bo dînê Xweda gelek eziyet kişandine. Bername bi duayê qediya.
Li beldeya Serwiya Dara Hênê jî îsal cara ewil bernama mewlûdê hate lidarxistin. Xelkê herêmê teweccuhek mezin nîşanî mewlûdê dan. Quran û mewlûd hatin xwendin. Îlahî û helbest hatin hunirandin. Cîhan Bozoba û Mehmet Şenlîk xoca, li ser mesaja Hz Resûlûllah xeber dan. Bername bi duayê qediya.
Li aliyê din li Laheya Hollandayê jî, bi alîkariya camiya Hîcretê bernama mewlûdê hate lidarxistin. Li Ewrûpayê cara ewil e ku bernama mewlûdê li meydanê tê lidarxistin. Bernama bi coş, bi xwendina Quranê dest pê kir. Hena Alpsoya 7 salî, mewlûd xwend. Mehmed Dundar xoca da zanîn ku, însaniyet her daim hewceyê Hz Resûlûllah e.
Dûre midûrê mekteba Îslamê ya Yûnûs Emreyê Ebdussadiq Maas, li ser biratiya Îslamî xeber da. Mûhammed Fatîh Demîrtaş jî, li ser sedeqata eshaban sekinî. Xeberdan û îlahî millet coş kirin. Bername bi xwendina duayê qediya. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.