Berxwedan Bênavber Didome
Li Misrê li ser gaziya hereketa îttîfaka mîllî ya ku derbeyê redd dike
Li Misrê li ser gaziya hereketa îttîfaka mîllî ya ku derbeyê redd dike û destekê dide meşrûiyetê, xelk û xwendekar li gelek bajaran, protestoyên hefteya berxwedanê li dar dixin.
Li Qahîre, Gîza, Îskenderiye, Benî Suweyf, Mînye û Suweyşê protesto hatin rastkirin. Di prtestoyan de resmên Muhemmed Mûrsî û Şehîdên berxwedanê hatin hilgirtin, li dijî derbeyê slogan hatin avêtin. Berdana Mûrsî û girtiyên din hatin xwestin.
Li Qahîreyê xwendekaran xwest ku bimeşin meydana Rabîatul Adewiyyeyê. Hêzên cûntayê midaxela wan kir. Di hadîseyan de 8 xwendekar bi sîlehan birîndar bûn, 10 kes jî ji gazê êşiyan. Li Qahîreyê 17 xwendekar hatin desteserkirin. Li ser hadîseyan, hêzên eskeriyê derûdora meydanê ji trafîkê re girtin.
Serokê yekîtiya xwendekarên Ezherê Ehmed el Baqirî wiha got: “Hadîseyên li Ezherê diqewimin, eşkere dikin ku derbekar ji te’de û zorbatî û kuştinê pêvetir tiştekî din nasnakin. Li ba wan rûmet û heqê însanan bêqîmet e. Şêxê Ezherê Teyyîb kirasê derbekaran li xwe kiriye. Ezher daima li ber dîktatora bûye. Ev herbek e ku ne tenê li ber xwendekarên Ezherê tê kirin, li ber Îslamê tê kirin. Ezher huviyeta dewleta Misrê nîşan dide.”
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.