Berxwedan, îşxalkerên ku li Xezzeyê xist nav “kemînan” kuşt û birîndar kir

Berxwedan, îşxalkerên ku li Xezzeyê xist nav “kemînan” kuşt û birîndar kir

Komên berxwedanê yên li Xezzeyê ku du ji wan Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê ne, bi kemînên ku li dar dixin de hêzên îşxalkeran dikujin û birîndar dikin.

Berxwedana li dijî îşxalê bi nav û dengê xwe berdewam dike.

Tûgayên Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê, doh li Xan Yûnisê dû taximên îşxalê xistin nav kemînê.

Di daxuyanîya ku ji teref Qessam ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Micahîdên Qessam, di nav avahîyên ku di nav de Bloka L ya Sîteya Hameda li bakurê Xan Yûnisê jî heye de dû taximên pîyade yên îşxalkeran xistine nav kemînê û di mesafeya sifirê de bi wan re ketin nav pevçûnê.”

Qessam, di daxuyanîyê de bal kişand ku helîkopterên leşkerî li herêmê birîndar û mirîyan sewq kirîye.

Di daxuyanîyekî dinê de jî hat ragihandin ku di Sîteya Hamedê de tenkekî Merkavayê bi roketên Yasîn-105an îmhe kirine.

Hat îfadekirin micahîdên Qessam li Xan Yûnisê di Blokên Kûle yê “J” û “K” yên li bajaroka Hamadê ye de hêzên îşxalkeran bi teqemenîyan kuştine û birîndar kirine.

Serîyyeyên Qudsê ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ye jî li dijî 6 leşkerên ku xwe di nav avahîyekî Sîteya Hamadê de veşartibûn bombeyên ku tesîrên wan zêde ne avêtine.

Serîyyeyan, daxuyandin ku wesayîtekî leşkerî û buldozerekî ji tîpa D9ê bi fuzeyan hedef girtine. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.