Berxwedana Milyonan Didome
Li Misrê di serî de bajarên Qahîre û Skenderiyeyê li 22 bajaran bi milyonan alîgirên Muhemmed Mûrsî, protesto li dar dixin.
Millet dixwaze Mûrsîyê hatiye hilbijartin vegere ser wezîfê û qanûna esasî têkeve meriyetê.
Li paytext Qahîreyê zêdetirî 2 milyon kes, li meydanan li ber darbeyê sekinîn. Polîs midaxele kir û grûba sûcê ya Baltaciyan jî, êrîşî protestovanan kir. Pevçûn li meydanên Gîza û Ramsesê heta sibehê dewam kir. Ji hereketa Îxwan Muhemmed Baltaci îfade kir ku, li meydana Ramsesê 2 kesan can dane, bloka reş ya anarşîstê tevlî pevçûnan bûye. Gelek protestovan birîndar bûne. Li Nasir Sîtiyê bi hezaran protestovan meşiyan û gihaştin seraya serekcimhûrtiyê. Li 22 bajaran protestoyên bi milyonan berdewam e.
Li aliyê din qenc eşkere bû ku Emrîka li pey darbeyê ye. Alîkarê wezîrê karên derve yê Emrîka William Burns (Vîlyim Burns) çû Misrê û bi kesên ku ji teref darbekeran ve hatine tayîn kirin re hevdîtin pêk anîn. Burns bi Bîblavî, ğeyrî meşrû serekcimhûr Edlî Mansûr û darbeker Sîsî re hate ba hev. Hat gotin ku sefîrê Emrîka yê Qahîreyê jî tevlî hevdîtinan bûye.
Berî niha eşkere bûbû ku saziyên Emrîka bi milyonan dolar ji kampanyayên li dijberî Mûrsî re şandibûn, Emrîka ji darbeyê re nedigot “darbe ye” û plan dikir ku 4 teyarên herbê yên F-16 bide ordiya Misrê û 3 gemiyên herbê bişîne peravên Misrê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.