Berzanî 'Iraq Tehdît Kir
“Niqaşê Petrolê ‘Eqsê Budçeyê Bibe, Îlana Herbê Ye”
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber polîtîkaya der heqê Sûriye de û niqaşên sewkiyata petrolê de, îdara Beğdayê sert tenkîd kir.
Mesûd Barzanî di hevpeyvîna bi El Cezîreyê de wiha got “Heger hikûmeta Beğdayê ji ber niqaşên petrolê, budçeya herêmê kêm bike, emê vêna îlana herbê bihesibînin. Îdara Beğdayê F-16an dikire, ev kirîn me nerihet dike. Emê di her şert û mercan de, Kurdistanê biparêzin.”
Barzanî der heqê Kurdên Sûriye yên li herêmê perwerdehî dîtine û vegeriyane Sûriyeyê de jî wiha got “Ev ji bona vê ye ku dema li Sûriye îdare bikeve û valahiya îdarî biqewime, Kurdên Sûriye karibin rol bigirin. Amanc ji bo li xelkê Kurd neheqî neyê kirin. Li Sûriye xwey pêşerojeke baş, mîna hemî Sûriyeyiyan heqê Kurdan e jî.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.