Beyana El Ezher
Di Qanûna Esasî De Maddeya Derbarê Îslamê De Nayê Guhertin
Hat diyar kirin ku Şêxê El Ezherê Ehmed et Teyyîb, derbarê qanûna esasî de beyan kiriye. Et Teyyîb ji ajansa Anadolûyê re, beyan kir ku di qanûna esasî de maddeya derbarê Îslamê de, qetî nayê guhetin. Di qanûna esasî di maddeya 2an de, tê gotin ku di qanûnan de, hiqûqa Îslamê, serek referans tê qebûl kirin.
Şêxê El Ezherê wiha diyar kir “Ev madde qetî wê neyê guhertin. Ev madda dudan, ji teref alimên Ezherê, cemaeta Îxwanul Muslîmîn û ji alî cemaetên Îslamî yên din jî hatiye tesdîq kirin. Zêdetirî 100 sal e ku di qanûna esasî de tê gotin ku Misir dewletek Îslamî ye û esasê qanûnan jî, hiqûqa Îslamê ye.”
Tê gotin ku hemî ehlê Îslamê, dixwazin ev madde bi temamî bê tetbîq kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.