Beyana Îran Û Fîlîstîn

Beyana Îran Û Fîlîstîn

Li ser fîlma heqaretwarî ji Îran û Filîstînê jî beyanê sert hatin weşandin. Rêhberê Îslamiya Îranê Seyyîd Elî Xamaneyî

 Beyana Îran Û Fîlîstîn
“Kesên Heqaret Kırıne Dıvê Bên Cezakırın”

Li ser fîlma heqaretwarî ji Îran û Filîstînê jî beyanê sert hatin weşandin. Rêhberê Îslamiya Îranê Seyyîd Elî Xamaneyî, da zanîn ku kesên li pêxemberê me heqaret kirine, divê ceza xwe bigirin. Seyyîd Elî Xamaneyî îfade kir ku di pey vê heqareta xebîs de siyonîzm, Emrîka û hêzên emperyalîst hene. Xamaneyî wiha beyan kir “Eger polîtîkvanên Emrîka diyar dikin ku mudaxela wan di vê meselê de tune ye, hewce ye failên vê cinayeta xebîs bigrin, wan û fînansorên wan biheqqî ceza bikin. Lewra ev heqaret û cînayet muslumanê cîhanê pir êşandiye.”

Di xutba înê ya Tahranê de jî Ayetûllah Cennetî li ser vê heqaret û hîlên siyonîzm û Emrîka sekinî. Millet bi tekbîra tepkî nîşan da. Do jî xwendekarên unîversîteyan heta ber sefaretxana Îswîçreyê meşiya bûn. Fîlm û piştgiriyê fîlmê telîn kiribûn.

Her wiha serekwezîrê Filîstînê Îsmaîl Heniyye jî, bi peyam û beyana xwe da zanîn ku divê çêker û failên vê fîlma heqaretî ceza heq kirine bigirin. Muslumanê cihanê, dîn û şexsiyeta pêxemberê xwe li ser her tiştî digrin.

Hat îfade kirin ku li Lubnanê Maronî jî vê fîlma xebîs şermezar kirine.

Li aliyê din, li Sûdanê li paytext Hartûmê, protestovan hewl û ğeyret dane ku têkevin sefaretxanên Elman û Brîtanyayê. Polîs zoriyê bikar tîne ku protestovanan belav bike.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.