Beyana Mehkema Qanûna Esasî
Berî niha parêzerên 4 parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim
Berî niha parêzerên 4 parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim, Selma Irmak û Faysal Sariyıldız û parêzerê parlamenterê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, miracaetî mehkema qanûna esasî kiribûn û xwestibûn ku parlamenterên han serbest bên berdan.
Derheqê vê yekê de, mehkemê serîlêdanên şexsî yên Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan di cî de dît û qirar da ku heqên Gulser Yildirim û Îbrahim Ayhan hatine binpêkirin. Her wiha biryar da ku wê her yek ji wan 3 hezar lîre tezmînat jî bistîne. Dosyayên 3 parlamenterên din ên girtî, hê negihîştine destê dadgehê.
Ji bo Parlementerên Bdpê Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim qirara tehlîyeyê hat dayîn. Her du parlementer ji doza Kckê dihatin mehkemekirin.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.