Beyana Parêzer Orhan Li Ser Sê Xwendekarên Hatine Girtin
Li zanîngeha Dîcleyê, hinek kesên ku ji mewlûda pêxemberê me aciz dibûn, êrîşî xwendekarên evîndarên pêxember kiribûn.
Di hadîseyan de 5 xwendekarên mutedeyyîn, bi kêran hatibûn birîndarkirin. Nexasim ji wan rewşa du heban cîddî giran bû. Ji Xweda niha ber başiyê ve diçe.
Li ser hadîseyan, emniyetê hinek xwendekar desteser kirin. Ji wan 8 heb hatin girtin. 3 heb mutedeyyîn in û digel ku êrîş li wan hatiye kirin û alîkariya hevalên xwe yên birîndar kirine jî, hakim wan şande hepsê.
Parêzerê wan Ebdulganî Orhan, li ser girtina wan beyan kir. Orhan da zanîn ku, digel mudafaa xwe kirine, alîkariya hevalên xwe yên birîndar kirine, heger ne ji wan ba, dibû ku tiştek bi kesên birîndar bihata jî, wan dane girtin (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.