Beyana Wezaretê

Beyana Wezaretê

Do li Misrê cûntayê di heyama nimêja sibê de li milletê meydanan reşandibû.

Do li Misrê cûntayê di heyama nimêja sibê de li milletê meydanan reşandibû. Di qetlîamê de 55 kes hatibûn qetilkirin. Ji gelek alî û welatan tepkî hat nîşandan. Wezareta karên derve ya Tirkiyê jî, qetilkirina van 55 kesan bi beyanateke nivîskî şermezar kir.

Di beyana wezaretê de wiha hat gotin “Di heyama nimêja sibehê de li ber baregeha mihafizên cimhûriyetê, li kesên demokrasî xwestine hatiye reşandin. Zêdetirî 50 kes hatine kuştin, zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne. Em vê êrîşê li ser navê hêjayên serek yên însanî bi şîddet şermezar dikin. Hadîseya ku însan bi komanî bûne hedefê sîlehan, dibe ji bûyerên fecî re bibe sebeb. Êrîş azadiya îfadeyê û hurriyeta protestoyên aştiyane bin pê kirine.”

Di dewamiya beyanatê de wiha gotin “Xelkê Misrê bê provokasyon û şîddetê, di riya demokrasî û azadiyê de bi tewr û îzzeta xwe ya serbilind, tê teqdîrkirin. Em gazî cemiyetên navnetewî dikin ku piştevaniya Demokrasiyê û micadela demokrasiyê ya xelkê Misrê bikin. Wê Tirkiye bi xelkê Misrê yê dost û bira re piştevaniya xwe bidomîne.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.